Osman Baydemîr: Veşartinek li ser dosyaya kuştina Tahir Elçî heye
Îro sêşemî 29ê Mijdara 2016ê, li ser pêşnûmeya ku Serokê Fraksyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya derbarê kuştina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî pêşkêş kiriye, Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr li parlamentoyê axivî.
Baydemîr axavtina xwe bi beşeke ji daxuyaniya Tahir Elçî ya li ber minareya navçeya Sûr a Amedê dest pê kir û piştre ragihand, ku tam 1 sal bi ser kuştina Tahir Elçî re derbas bûye, lê belê hêj bikuj an bikujên wî nehatine girtin û dosyay wî nehatiye zelalkirin.
Baydemîr destnîşan kir, li gel ku salek bi ser bûyera kuştina Tahir Elçî re derbas bûye jî, lê belê hêj hin belgeyên ku hene, tevî dosyaya wî nehatine kirin. Li ser wê yekê Baydemîr diyar kir, ku çend dîmenên vîdyoyî yên kamêrayên çavdêriyê hene, ku heta niha li ser dosyayê nehatine zêde kirin.
Parlamenterê HDPê yê Rihayê di berdewamiya axavtina xwe de amaje bi wê yekê kir, ku heta niha 3 dozger ji bo dosyaya kuştina Tahir Elçî hatine diyarkirin û piştre hatine dûrxistin û got, ku niha ew dosya bê dozger maye.
Osman Baydemîr herwiha da zanîn, ku heta niha jî parêzeran nekariye naverok û belgeyên nav dosyayê bibînin û tekez kir, her çend biryareke fermî bo veşartina zanyariyên dosyayê nîne, lê belê bi awayekê fiilî zanayariyên derbarê dosyayê de tên veşartin û ew yek bi tundî rexne kir.
Baydemir ew yek jî ragihand, ku bûyera kuştina Elçî, fîşekek bû bo amajekirin bi pêvejoya pevçûn û tirsê.
Piştî axavtina Baydemîr, pêşnûmeya pêşkêşkirî ya ji aliyê Serokê Fraksyona HDPê ya ji bo lêkolîna derbarê kuştina Tahir Elçî de, ji aliyê parlamenterên AK Partî û MHPê ve hat redkirin.
Rudaw
