• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîka qonaxên operasyona azadkirina Musilê nirxandin

Gulan Media November 29, 2016 Nûçe
Serok Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîka qonaxên operasyona azadkirina Musilê nirxandin
Êvariya roja sêşem 29.11.2016 birêz Joe Biden Cîgirê Serokê Amerîka li rêya telefonê ve peywendiyê bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Li vê peywendiya telefoniyê da Cîgirê Serokê Amerîka pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî Serok Barzanî û malbatên wan hemû Pêşmergeyan kir ku li şerê terorîstên Da'îş da canê xwe gorî kirine û şehîd bûne. Her wiha ji bo wan serkeftinên li beranber terorîstan da bi dest ve anîne, pîrozbahî û destxweşiyê li hêzên Pêşmerge kir.

Li beşekî dinê vê peywendiyê da her dû alî hevkarî û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê bi başî wesif kirin ku destkeft û serkeftineke ber bi çav bi dest ve anîne û bi pêwîst zanîn ew hemahengî berdewam bibê û Cîgirê Serokê Amerîka piştgîriya welatê xwe ji bo wê hemahengiyê dûpat kir.

Her li vê peywendiyê de Serok Barzanî spasî Amerîka kir ku palpiştê hêzên Pêşmerge û hemahengiya li gel hêzên Iraqê de bûye.
Top