• Monday, 23 February 2026
logo

Ebadî ragîhandinek belav kir

Gulan Media November 29, 2016 Nûçe
Ebadî ragîhandinek belav kir
Heyder Ebadî; serok wezîrên Îraqê ragîhand; heftîya şeşê ya operasyona rizgarkirina Mûsilê destpêkir û hêzên Îraqî di pêşveçûnê dane û aşkere kir; heta dawîya îsal hêzên êmnahîya Îraqê dê erkê xwe li Mûsilê bicîh bînin.

Ji alîyekî din ve Ebadî dupat kir; ne hikûmet û ne mercen şîeyan û ne gelê Îraqê di gel wê yekê ye hêzek ji derveyî çarçovê dewletê bihê avakirin, lewa heşda şebî bi qanûnê hatîye rêxistin.

Herwesan got; her dolarek ji bihayê pertolê zêdebe, milyarên dolaran dê li ser budceya Îraqê zêdebin û dîyar kir; ew niha kar li ser sînordar kirina bihayê petrolê dikin.

War.tv
Top