• Monday, 23 February 2026
logo

Gorran ditirse ku PDKe, YNK û Yekgirtû hikûmeta piranî pêkbînin û parlemana Kurdistanê aktîf bikin

Gulan Media November 29, 2016 Nûçe
Gorran ditirse ku PDKe, YNK û Yekgirtû hikûmeta piranî pêkbînin û parlemana Kurdistanê aktîf bikin
Şarezayekî siyasî di wê baweriyê deye ku herdu baskê YNKê bi dûrketin ji Gorranê nêzîkî yek dibin û hevdem Gorran ditirse ku YNKe û aliyên siyasî le gel PDKê hikûmeta piranî pêkbînin.

PDKê bi serperestiya sekreterê polîtburoya xwe û hejmarek ji endamên polîtburoya xwe lijneyek ji bo serdana aliyên siyasî pêkaniye.

Li gor berdevkê fermî yê PDKê serdana wê şandê ji bo aliyên siyasî, bi serdana Yekgirtûya Îslamî ji bo gotebêj li ser naveroka peyama Barzanî û çawaniya pêkanîn û bi kirde kirina wan nêrînan û mikanîzma cîbecîkirinê destpêkiriye.

Li gor agahiyên BasNewsê, şandana PDKê destpêşxeiyekê, ji bo pêkanîna hikûmetek, piranî dike ji bo ku bikare pirsa wezîrên Gorranê çareserbike û di heman demê de biryar li ser aktîfkirina parlemanê bidin û piştre çareseriyekê bi lihevkirinê li gel hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê (aliyên nav hikûmet û dereve yê hikûmetê de) û ji hemû pêkhatieyên netewiyên cuda pêkbîne, heta ku bikarin pirsa yasaya serokatiya herêma Kurdistanê jî çareserbikin.

Ji milek din ve jêderek agahdar li rewşa navxwe yê YNK ji BasNewsê re ragehandiyê ku her du baskên YNK li gel vê yekê dene ku rewşa Silêmaniyê aram bikin û niha jî karê cidî dikin ji bo kontrolkirina xwepêşandana û şikana baykota mamostayan, ji ber ku metirsî heye rewş li bin kontrolê derçe û kontirolkirina wê zehmet be ev yeke jî Tevgera Gorran nigeran kiriye.

Endamê birêveberê PDKê, Elî Ewnî ji bo BasNewsê ragehandiye ku hikûmeta berfireh bi beşdariya Gorranê di asta xwastên Kurdistanê da nebûye û di vê qonaxê de hikûmeta piranî yek ji bijardeyên here başe û Gorranê jî dikare vegere ser ezmûna xwe ya berê wek opozîsyonê be.

Hevdem serokê frakasyona Gorranê, Hişyar Ebdulah di bernameyeke radiyoyî de diyar kir ku di wê baweriyê dane, ku tiştek heye bi taybet ji ku niha Yekgirtû û baska navend a YNK nêzîkin bi PDKê. Eger mêzebikin wan pêşewaziyeke germ li bangewaziya Barzanî kirin û got:” Hewldan hene ku kabîneyeke nû pêkbînin û ev yeke jî, bi giraniya baskê navenda YNKê û Yekgirtû û PDKê ye û dixwazin hikûmeta piranî ji wan aliyan pêkbînin û Gorranê jî bixne derveyî hikûmetê.”

Parlementerê Gorranê, Adil Ezîz ji BasNewsê re ragehandiye ku eger YNK beşdarî li hikûmeta piranî de bikin ev yek rêkeftian li gel Gorraê binpê dike û got:” Rêkeftina di navber YNKê û Gorranê ti tefsîrek din re, rê nade, eger YNKe bi cuda û bêrazîbûna Gorranê beşdarî li hikûmeta piranî de bike ev yeke aşkere binpêkirina rêkeftina li gel Gorranê ye.

Şarezayê siyasî Niyaz Haçî ji BasNewsê re ragehan ku her du baskê YNK bi dûr ketin ji Gorranê, li hev nêzîk dibin û giheştine vê baweriyê ku xirabtir bûna rewşa Silêmaniyê di bejewendiya wan de nîne û got ku destpêkirina serdanê şanda PDK ji bo aliyên siyasî pêngavek erênî ye û tê çaverê kirin ku hikûmeta piranî bi beşdariya PDK û YNK û Îslamiyan pêkbêt û parlemanê ji aktîf bikin.

Ev şarezayê siyasî di vê baweriyê deye ku Gorran pişt guh nayêxin lê belê waha ku, Gorran siyasetê dike û hemû tiştekê red dike xwe ji hemû tişta dûr dêxe û got daxuyaniyên Pawêl Talibanê cîgirê sekreterê giştî ya YNKê vê yekê aşkere dike ku YNKe li gel aloziya Herêma Kurdistanê de nîne û rewşa siyasî jî di berjewendiya Gorranê de nabe ku dixwaze berdewamî bi wê rewşê bide.

Jı aliyek din ve berpirseke YNKê ku ne xastiyê navê wî aşkere be ji BasNewsê re ragehandiye ku rêkeftina di navber YNK û Gorranê de neketiye varê pêkanînê de û mafê wane aliyane heye ku bi tenê beşdarî hikûmetê bin û got rêkeftin ti xalek têde nîne ku divê YNK û Gorranê pêkeve beşdarî hikûmetê bibin tenê behsa ji karxistina frakasiyonan li parlemanê û encûmena parêzgeha hatiye kirin.

Wî berpirsî herwaha got ku ew ê dê nav hikûmetê de bimînin û beşdarî li hikûmetê de jî bikin.

Basnews
Top