Baran li herêma Kurdistanê destpêdike
Rêveberîya seqanasî û erdhejan li herêma Kurdistanê, pêşbînîyên xwe bo rewşa seqayê di çend rojên bê da li herêmê aşkere kirin û daye zanîn ku sibê roja çarşembê, herêm dê bikeve bin pêleka bayê deryaya naverast û deryaya sor û dê bibe eger ku asman bi temamî bibe hewr û bo danê êvarî, baran barîn destpê bike.
Daye zanîn jî ku pleyên germê bi rengekê berçav dê dakevin û baran barîn dê bo demê sê rojan ya berdewam be û rêjeyeka baş ya baranê, dê bibare.
War.tv
