• Monday, 23 February 2026
logo

Siyasetmedarek ereb: Eger herêmek bo sunneyan ava nebe Iraq dê dabeş bibe

Gulan Media November 29, 2016 Nûçe
Siyasetmedarek ereb: Eger herêmek bo sunneyan ava nebe Iraq dê dabeş bibe
Siyasetmedarek Iraqê radigehîne ku beşdarbûna milîsên Heşdî şeibî ya di operasyona rizgarkarina Mûsilê û ava nekirina herêmekê bo sunneyan dê Iraqê dabeş bike.

Siyasetmedar û bazirganê sunne yê Iraqê Xemîs Xencer ragehand, Heşdî Şeibî ji aliyê Îranê û hikûmeta Iraqê ve wek destê şîe ye piştevanî lê tê kirin.

Naveroka axaftinên Xemîs Xencer ji aliyê ajansa Ruetersê ve hatiye belav kirin û amaje bi vê yekê dike ku, pêwîste parastina Mûsilê bi hêza zîrevanên Nînowa û artêşa Iraqê re bê dayîn.

Zîrevanên Nînowa ji sê hezar çekdarên sunne yên xelkê parêzgeha Nînowa pêkhatiye û parêzgerê berê yê Nînowayê Esîl Nuceyfî fermandariya wê dike û Xemîs Xencer jî piştevaniya darayî lê dike.

Basnews
Top