• Monday, 23 February 2026
logo

Firokeya futbolvanan ket!

Gulan Media November 29, 2016 Nûçe
Firokeya futbolvanan ket!
Firokeya futbolvanên tîma Chapecoense AFê ya Brêzîlyayê vediguehst li Kolombiyayê ket xwarê.

Firokeya ku ji Bolivyayê rabû û ber bi firokexaneya Medellin a Kolombiyayê diçû ku 72 rêwî û 9 muretebat têde bûn ket xwarê.

Di balafirê de lîstikvanên tîma Chapecoense AFê ya Brêzilyayê jî hebûn û dê îro di çarçoveya Kupaya Amerîka Başûr de li Mendellinê bi tîma Atletico Nacionalê re bihata pêşberî hev.

Serokê Şaredariya Medellinê ragihand, dibe ku hinek kes bi sax ji qezayê felîtibin.

Tê gotin ku ji bo ku sotemeniya balafirê têrî firînê nekiriye firoke ketiye xwarê.

Rudaw
Top