‘Iraq li gel yasaya Heşdî Şeibî bi fermî çek û pare wê bide PKKê’
Li gor çavkaniyekî agahdar, di hevdîtina dawiyê ya li Silêmaniyê hevserokê KCKê Cemîl Bayik daxwaza alîkariya madî û çek li Qasim Silêman kiriye û wî jî soz daye wî ku bi pejirandina yasaya Heşdî şeibî li parlamentoya Iraqê ve dikare bi awayekî rêxistinî piştevaniya madî û çek ji PKKê re bê dayîn.
Li gor wê çavkaniyê, PKK bi şêwirmendiya li gel Îranê ve mijûlê vê yekê ye ku çekdarên PKKê bi naveke din ve hêzekê pêkbînin û ji aliyê Heşdî Şeibî ve bên bi çek kirin û mûçe ji wan re bê dayîn.
Heman çavkaniyê aşkera kir, biryare şerê Mûsilê bibe hincet bo pêkanîna wê hêzê û zêdetir li wan navçeyan bê damezrandin ku li sînorê PDKê nêzîkin.
Ji aliyeke din ve roj bi roj hêzên PKKê li bajarê Kerkûkê hejmara wan zêde dibe, naha tevger û binke û grubên wan li bajarê Kerkûkê bi awayekî berçav zêde bûye.
Heman çavkaniyê ji Bas re got, piştî êrîşa DAIŞê ya ser bajarê Kerkûkê, hikûmeta Iraqê nekarî ji ber wê êrîşê hêzên Heşdî Şeibî li bajar zêde bike, lê naha gerîllayên PKKê bi awayekî berçav zêde kirine û ew hêzane ji ber şerê DAIŞê hatine bajar û binke ava kirine û venegeryane.
Serokê partiya niştimaniya Tirkmen li Kerkûkê Cemal Şan ji rojnameya Bas re ragehand, hebûna wan hêzane li nav bajarê Kerkûkê, bi molet vergirtina li hikûmeta Iraqê û rêveberiya bajar ve pêkhatiye û got: ‘’Eger ev hêze destverdanê di nav aliyan û pêkhateyên Kerkûkê pêkbîne, wê demê bandorekî xirap wê li ser rewşa bajêr çêbike, lê paşeroj de wê diyar bibe ku armanca hebûna wê hêzê, ku ne hêzekî Iraqî ye, li Kerkûkê bi çi armanci hatiye bicîh kirin.
Ji aliyê xwe parlamenterê PDKê Şaxewan Ebdula ji rojnameya Bas re ragehand, eger razîbûna serokwezîrê Iraqê hebe, li gor yasaya Heşdî Şeibî dikare bi fermî ji wan hêzên PKKê re li Şingalê mûçe, budce û çek ji wan re bê dayîn, ku naha bi awayekî ne fermî ye û got: ‘’Tevgera hêzên PKKê li Kerkûkê zêde bûye û aliyên Iraqê piştevaniyê li wan dikin, ew hêza ku PKK li Kerkûkê mûçeyê mehane verdigre û hêza wan a darayî başe, xuya dike aliyên Iraqê bi wî awayî, bi rêya pare û madiyatê ve ciwanên Kerkûkê bike PKKyî û piştre jî pirsgirêkan bo Kurdistanî bûna Kerkûkê ava bike, ku berê jî bi rêya hêzên din ve hewlên waha dabû, lê şikest.’’
Herwaha amaje bi vê yekê jî kir, hikûmeta Iraqê naha bi awayekî ne fermî çek û pare dide PKKê û li gor wan bihêzbûna PKKê li berjewendiya wan de ye û got: ‘’Ji naha û pê de, ew pareye bi awayekî ne fermî bi navê Heşdî Şeibî ve dayîn pir zihmete, ji ber vê jî tê pêşbînî kirin hikûmeta Iraqê, bi taybet jî ew aliyê piştevaniyê li PKKê dike li Iraqê, deriyekî fermî bo wan bibîne.’’
Rojnameya Bas hewlda nêrîna rêveberiya Kerkûkê û rêveberên PKKê yên Kerkûkê vergire, lê ew hewldan bê encam bûn.
Basnews
