Hevdîtinên PDKê bi partiyên din re berdewam e
Berpirsê pêwendiyên niştimanî yê PDKê Ehmed Kanî ji Rûdawê re ragihand ku dê heftiya li pêş, şanda wan li Silêmaniyê li gel YNKê, Tevgera Goran û komeleya Îslamî bicive.
Beriya niha berpirsê medyayê yê Goran ji rûdawê re gotibû ku di çarçoveya hewlên asayîkirina rewşa Herêma Kurdistanê de ew amade ne li gel hemû aliyan danûstandinê bikin.
Serokê fraksiyona Komela Îslamî di Parlamentoya Kurdistanê de dibêje, Encumena Siyasî ya Komelê ji bo civîna li gel şanda PDKê, projeyek weke bersivekê ji bo peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî amade kiriye.
Cîgirê Serokê PDK û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihandibû ku partiya wan amade ye ji bo çareserkirina rewşê, li gel hemû aliyan bicive, lê li gel wan aliyan nacive ku mercên xwe bide pêş.
Piştî peyama herî dawîn a Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî a derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê de, duh dDşemî 28ê Mijdara 2016ê,PDKê dest bi hevdîtin û dansûtandinên li gel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir.
Şanda PDKê duh piştî ku serdankirina Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, bi aliyên siyasî yên turkmen re jî civiya. Şanda PDKê bi serpireştiya sekreterê polîtboruya wê partiyê Fazil Mîranî bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re dest bi civînan kiriye.
Rudaw
