• Monday, 23 February 2026
logo

Barzanî û Ebadî li dor serxwebûna Kurdistanê rêkeftine

Gulan Media November 29, 2016 Nûçe
Barzanî û Ebadî li dor serxwebûna Kurdistanê rêkeftine
Li dûv zanyarîyên War, di dawî serdana xwe da bo Bexdayê serokê herêma Kurdistanê digel serok wezîrên Îraqê, liser pirsa serxwebûna Kurdistanê û sîstemê konfederalîyê rêkevtine.

Endamê serkirdatîya partî û berpirsê liqa 20 ya wê partîyê Elî Ewnî bo War da zanîn: di seredana xwe ya dawîyê li bexdayê ya berî destpêkirina operasyona Mûsilê, serokê herêmê Mesûd Barzanî digel serok wezîrên Îraqê Heyder Ebadî rêkevtîye, pirsa serxwebûna Kurdistanê bi danustandin û awayekê aştîyane yekalî bikin.

Elî Ewnî da zanîn, serkirdatîya herêmê bi çi awayekî ji pirsa serxwebuna Kurdistanê poşman nebûye û ew pris piştî rizgarkirina Mûsilê dê digel desthilatdarên Bexdayê bê baskirin.

Ewnî ew yek jî da zanîn, baştire weku herdu neteweyên Çîk û Silovakya Kurd û Ereb jî bi awayekê aşîtîyana jihev cuda bibin, wî demî dostên Kurdan dê bêtir bikaribin piştevanîya herêmê bikin, neyarên herêmê jî delîveya maytêkirinê namîne.

Wî endamê serkirdatîya partî got jî, eger Bexda ji sozên xwe vegere, herêma Kurdistanê dê biryarê li ser kirina referandomê bide.

War.tv
Top