• Monday, 23 February 2026
logo

Li Hewlêrê şandeya bilind a PDKê û Yekgirtûyên Îslamî civiyan

Gulan Media November 28, 2016 Nûçe
Li Hewlêrê şandeya bilind a PDKê û Yekgirtûyên Îslamî civiyan
Şandeya bilind a Yekgirûya Îslamiya Kurdistanê û PDKê yekem civîn di çarçoveya peyama serokê herêma Kurdistanê de pêkanîn.

Îro 28.11.2016ê sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî serokatiya şandeya bilind a partiya xwe kir û serdana binkeya polîtburoya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê kir.

Emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Bahadîn û hejmarek rêveberên bilind ên wê partiyê, li gel şandeya PDKê civiyan û gotûbêjên çareser kirina pirsgirêkên Kurdistanê û çalak kirina parlamentoyê gotûbêj kirin.

Êvariya 20.11.2016ê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek belav kir û di peyama xwe de, daxwaza civîna partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir, ku hikûmeteke nû pêkbînin û serokatiya nû bo parlamentoyê destnîşan bikin.

Herwaha serokê herêma Kurdistanê daxwaz ji partî û aliyên siyasî kir, kesekê destnîşan bikin bo rakirina erkê serokatiya herêma Kurdistanê diyar bikin û heta helbijartinên pêş de wî erkî birêve bibe û diyar kir; ‘’Ez jî bi hemû hêza xwe ve alîkarê wê pirojeyê dibim.’’

Basnews
Top