• Monday, 23 February 2026
logo

Mele Wuşyar ji ber çi hate kuştin?

Gulan Media November 28, 2016 Nûçe
Mele Wuşyar ji ber çi hate kuştin?
Malbata Mele Wuşyar dibêje, Asayîşa Hewlêrê gotiye endamekî malbatê dikare di dema lêpirsîna kujeran de amade bibe û li gel wan biaxive.

Dr. Wuşyar Îsmaîl, demjimêr 10:30 xulekê şeva 22ê Mijdarê, li taxa Şadiye ya Hewlêrê, li pêş deriyê mala xwe di encama êrîşekî çekdarî de hate kuştin.

Roja yekşemê 27-11-2016 jî Asayîşa Hewlêrê ragihand ku kujerê Dr. Wuşyar û alîkarê wî hatine girtin.

Asayîşa Hewlêrê kujerên Mela Wuşyar anîne ber deriyê male û senaryoya kuştinê bi wan dane dubarekirin. Kujerê wî ciwanekî 25 salî yê bi navê (M.E.U) ye û xelkê Hewlêrê ye. Ew kesê alîkarî daye wî jî xizmê wî yê bi navê (S.S.E) ye, 24 salî ye û xwendekarê zanîngehê ye li Hewlêrê.

Birayê Mele Wuşyar, Diyar Goran Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand, “Asayîşê bikujên birayê min ji bo keşifa delîlan anî ber malê û li wir eşkere dikirin ka çawa mamosta teror kirine. Dema min ew dîtin, bêyî hemd min êrîşî wan kir lê rê nedane min.”

Mala Mela Wuşyar li pişt Mizgefta Omer Bindyan e û dema êrîşkar hatine ber male, kesên ji mizgeftê derketine ew dîtine. Wan kesan ji birayê mela re gotiye, beriya sê salan mala wan ciwanan li vê taxê bûye lê kesên di wê mizgeftê de nimêj dikin dibêjin, kujer nehatine mizgeftê.



Diyar Goran herwiha got; “Asayîş ji me re gotiye, ku heta dosye digihe encamê endamekî ji malbata me dikare di dema lêkolîn û lêpirsînê de amade bibe. Weke malbata mamosta tenê nîv demjimêr jî be me divê em ligel kujeran biaxivin. Bizanin ka ji ber çi ev yek kirin?”


Çavkaniyekî agahdar ji komîsyona lêkolîna dosyayê zanyarî dane Rûdawê û eşkere kir, ku kujer M.E.U beriya demekê ji ber sedemekî nediyar, di encama teqîna bombeyekî de birîndar bûye.

Herwiha da zanîn ku kujer beriya niha selefî bûye û pêwendiyên wî bi partiyekî îslamî ve hebûye, lê paşî dest jê berdaye.


Rudaw
Top