• Monday, 23 February 2026
logo

Yekîtiya ciwanên demokratîk ya Ewrûpayê civîna xwe ya salane li Hewlêrê lidar dixe

Gulan Media November 28, 2016 Nûçe
Yekîtiya ciwanên demokratîk ya Ewrûpayê civîna xwe ya salane li Hewlêrê lidar dixe


Yekîtiya ciwanên demokrat ya Ewrûpayê bi diroşmeya ( pêşmerge hêza aştî û azadî) bi beşdariya Serokên ciwanên 14 welatên Ewrûpayî civîna xwe ya îsalê vê li Hewlêra partyexta Kurdistanê li dar bixe.
Îro yekşem Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê YCDE Javier Hurtado Mira û şandeke li gel kir û ragehand ku hêvî dikim civîneke serkeftî lidar bixin û xwestekên ciwanên Ewrûpayê û ciwanên Kurdistanê bi awayekî taybetî rengê xwe bidin.
Di civîna han de ku Cîgirê Serokê Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê Felah Hesen jî tê de beşdar bû pêşhatên dawî yên leşkerî û siyasî ên deverê û kêşeyên Kurdistanê û hewriha şerê dijî terorîstên DIŞIê jî hate nîqaşkirin.
Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî gotarek derbarê kêşe û aloziyên heyî yên li deverê de ên ku di encama şikesta pergala siyasî û neyeksaniya di navbera gelên deverê de serî hildane kir û bi awayekî berfire behsa qonaxên xebata reva ya gelê Kurd y abo gehêştin bi mafên xwe kir û got: Lazime hun ciwan di nava welatên xwe de bi rêya yekîtiya ciwanan hewldanên xwe zêdetir bikin bo nasandina kêşe û aloziyên dîrokî yên deverê bi welatiyên welatên xwe û lazime ew şaştiyên ku di demên derbasbûyî de derbarê gelê Kurd û mafên gelê Kurd de hatine kirin werin serrastkirin.
Li hember de jî Serokê YCDE Javier Hurtado Mira diyar kir ku ew di nava yekîtiya han de di nava welatên endam di nava yekîtiya Ewrûpayê de hewl didin bo piştgîrî kirina mafên gelê Kurdistanê û got: Em bi hêzên pêşmerge serbilindin û qurbanîdanên hêzên pêşmerge jî bi girîng dinirxînin.
Hêjayê gotinêye ku şanda yekîtiya ciwanên demokrat ya Ewrûpayê çende roje bi mebesta organîze kirina karûbarên lidar xistina civîna xwe ya salane serdana Hewlêrê kiriye û biryare civîna han bi diroşmeya pêşmerge hêza aştî û azadî bi beşdariya Serokên ciwanên 14 welatên Ewrûpayî bi armanca piştgîrî kirin ji hêzên pêşmerge û mafên gelê Kurd li Kurdistanê were lidarxistin
Top