Wehîde Yaqo: Şeş deverên mesîhiyan dê bibin îdareyên serbixwe
Serokê fraksiyona komkara kildan, suryan û aşûriyan Wehîde Yaqo Hurmiz ji BasNewsê re ragehand, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştevaniya xwe bo pirojeya mesîhiyan diyar kiriye, ku bibe parêzgehek deşta Mûsilê. Naha hemû aliyên siyasî li devera hevbeş li ser wê pirojeyê kar dikin. Piroje bi rêkeftinê ve û awayê wê yê dawiyê ve mesîhî, êzdî, tirkmen, şebek û hemû pêkhateyên deşta Mûsilê kar li ser dikin, ku parêzgeha deşta Mûsilê bê ava kirin û ser bi herêma Kurdistanê ve be. Hîn hemû alî ne geheştine rêkeftinê, lê bêhtir nêrînên heyî dibêjin bila herêmên mesîhiyan bibin îdareyeke serbixwe ya ser Kurdistanê.’’
Herwaha got: ‘’Heta naha daxwaza hatiye kirin, şeş deverên îdareya mesîhiyan li Mûsilê bibe îdareyeke serbixwe ye. Ew jî Hemdaniye, Til Esqef, Tilkêf, Elguş, Şêxan û Başîk wê pirojeyê bo serokatiya herêma Kurdistanê û navendên cîhanî bilind bikin û aliyên navnetewî jî piştevaniya xwe bo pêkanîna pirojeya mesîhiyan diyar kirine.’’
Wehîde Yaqo diyar kir, naha hemû deverên mesîhiyan ji aliyê Pêşmerge ve tên parastin û ji aliyê Pêşmerge ve hate rizgar kirin û mesîhî kar dikin parastina wan deverên mesîhiyan tenê ji aliyê Pêşmergeyê Kurdistanê ve bê kirin.
Basnews
