PKK bi piştevaniya Bexdayê desthelata xwe li Şingalê berfireh dike
Rêveberê nahyeya Sinunê Nayîf Seydo ji BasNewsê re ragehand ku eger Bexda li ser siyaseta xwe ya şaş berdewam be dûr nîne ku di navber Şingaliyan û hêzên ne yasayî di deverê de, şêr biqewme, ji ber ku heq nîne keçên Şingalê bibne Qendîlê û kes û karên wan bêdeng bin û xelk vê yekê qebûl nake ji milekê din jî xelk razî nabe partiya karkerên Kurdistanê(PKK) axa wan dagîrbike û nehêle xelk vegere ser milk û malê xwe. Di encama wan siyasetê şaş yên Bexdayê de gelek pirsgirêk avadibin.
Diyare gelek hemwelatiyên Şingalî divên vegerne ser milk û malên xwe lê, ji ber wan hêzên ne yasyî ditirsin ji ber ku Bexda desthilata PKK di deverê de berfireh dike û ev yeke dibe metirsî ser deverê.
Basnews
