• Monday, 23 February 2026
logo

CHPê li zîndanê serdana Demirtaş kir

Gulan Media November 28, 2016 Nûçe
CHPê li zîndanê serdana Demirtaş kir
Parlamenterê Partiya Gel a Komarî yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu duh serdana Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş li girtîgeha Edirneyê kir.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattin Demirtaş di 4ê Mijdara 2016ê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. Piştî biryara dadgehê, Demirtaş bo zîndana Tîma F a Edirneyê hatibû veguhastin.

Duh yekşemî 27ê Mijdarê hate ragihandin ku parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu serdana Zîndana Edirneyê kiriye û bi Demirtaş re hevdîtin kiriye.

Piştî biryara girtina wan, Wezareta Dadê ya Tirkiyê qedexe kiribû ku hevdîtin bi Demirtaş û parlamenterên din ê HDPê re bihê kirin.
Serdana Tanrikulu dibe serdana yekemîn parlamenter û siyasetmedarî bo cem Demirtaş.

Sezgin Tanrikulu piştî serdana xwe li ser hesaba xwe ya di tora civakî ya Twitterê de twittek weşand û got: “Ji bo kesên ku werin Edirneyê ez pêşniyara cîgerfroş Behrî Begê dikim. Her tişt gelek xweş bû. Ev rojên xirab dê derbas bibin, lê jiyan û xweşî dê berdewam bimînin.”
Top