Serok Barzanî li gel Cîhnişîn û Wezîrê Derveyê Îmarata Yekgirtiya Erebî civiya
Li hevdîtineke dostane da Cîhnişînê Îmarat bi germî bi xêrhatina Serok Barzanî kir û xweşhaliya xwe jî bi serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên artêşa Iraqê li bereyên şerê dijî terorîstan derbirî û pîrozbahiya wan serkeftinan li Serok Barzanî kir.
Her li vê hevdîtinê de ronahî xiste li ser rewşa meydanî ya bereyên şerê terorîstên Da'îş û Serok Barzanî behsa operasyona azadkirina Musil û hengavên planên serbazî û rewşa mirovî û koçberan behs kir û her wiha spasî Heyva Sora Îmaratî jî kir ku nêzîkî dû salên derbasbûyî da yarmetiyê pêşkêşî koçberan û lêqewiyên şerê terorîstan li Iraqê da kiriye. Her wiha Cîhnişînê Îmarat spasiyeke taybet pêşkêşî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku mîhvandariya sedan hezar koçber û penaberan kiriye.
Li beşekî dinê civînê de rewşa siyasiya navçeyê û guhertinên siyasiyên dawî hate nirxandin.
Êvariya heman rojê û li bajarê Ebudabî birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Şêx Ebdullah Bin Zayid El Nehiyan Wezîrê Derveyê Îmarata Yekgirtiya Erebî civiya.
Li civînê de di derbarê rewşa Rojhilata Navîn û Iraq û pêşhatên siyasiyên dawî de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha tîşk xistin li ser hevkêşeyên siyasiyên navdewletiyên nû.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmarata Yekgirtiya Erebî mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
Rudaw
