• Monday, 23 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: gavên giring ji bo parastina mafên jinan hatine avêtin

Gulan Media November 27, 2016 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: gavên giring ji bo parastina mafên jinan hatine avêtin
Kempîna berhinagar bûna tundiya dijî jinan roja Yekşem 27-11-2016 li Hewlêrê rêveçû.

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanû û wezîr û parlemantaran, konsul û nûnerên welatên biyanî û rêkxistinên mafên jinan û mirovî yên navdewletî û navxweyî beşdar bibûn ku ji aliyê Encumena Bilinda Xaniman û Sentera Çareserî û Piştîvaniya Jinan û Keçên rizgarbûyên destê DAIŞê hatiye sazkirin û bo demê 16 rojan berdewam dibe.

Nêçîrvan Barzanî di peyvekê de xuya kir parastina mafên jinan karê hikûmetê ye û bi alîkariya rêkxistinên têkildar mafên jinan biparêze, bo vê yekê ji amaje bi giringiya yasayê kir ji bo parastina mafên mirovan, bi taybetî mafên jinan û daxwaz ji rêkxistinên jinan û civaka sivîl kir pitir kar bikin ji bo pêş xistina şiyarî ya yasayî û civakî di nava civakê de, bi taybetî di nava jinan de.

Derbarê gavên hikûmetê ji bo parastina mafên jinan xuya kir li sala 2008 bi alîkariya parlemanê gavên giring ji bo parastina mafên jinan hate havêştin, wek serastkirina yasaya berhinagar bûna tundiya dijî jinan û qedexe kirina kuştina bi navê şeref û bi zor şûdan, mezin bi biçûk, jin bi jin, mercdar kirina çend jinî û xetene kirina keçan:

Her weha rola Mamosta Mistefa Zelmî û kemû kesan giring nirxand ku beşdarê hewl û karên yasayî bûn ji bo parastina mafên jinan di yasayan de.


Amje bi vî yekê jî da ku amara kuştin û xwe şewitandina jinan li berawird bi salên bihurî kîmtir bûye. Lê hêşta rewash jinan cihê razîbûnê nine.

Ji bo parastina mafên jinan amje bi giringî û guhertina pirogramên perwerde li xwendingeh û zanîngehan kir ku divê rêz girtin ji jinan û nehûştina tundî beramber jinan bibe parek ji kultûr û perwerde.

Serokwezîr herwhiha rola mamostayên olî ji bo parastina mafên jinan girirng nirxand û daxwaz kir şiyarî ya mirovî ji bo parastina mafên jinan wek erkekê olî û mirovî û niştîmanî pêş bixin.

Derbarê karên hovaneyên DAIŞê beramber jinên kurdên Êzîdî xuya kir sivikatî û tawanên DAIŞê beramber kurdan qet ji bîr nakin. Amaje bi hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ji bo rizgar kirina xuşk û dayikên kurdên Êzîdî ku ji aliyê DAIŞê hatin revandin , heya niha 2890 kes hatine rizgar kirin û her heftiya borî 18 keç û jin û zarokên Êzîdî li Teleferê ji aliyê Nivîsûngeha taybeta hikûmetê hatine rizgarkirin ku ji bo vê yekê hatiye avakirin.


Top