Ji ber peymaneke Malikî Iraq mehane milyonek dolar ceza dide
Serokê lijneya asayîş û berevaniya parlementoya Iraqê, parlementer Hekim Zamilî radigehîne ku ew peymane, li gel wezareta bervaniya Kureya başûrê ve ji bo kirîna balafirên(T-50IQ)hatiye îmaza kirin.
Dı wî demê de Malikî waha ji bo xelkê nîşandida ku ew peymane dibe sedema bihêzbûna hikûmeta Iraqê ji aliyê berevaniya esmanî ve û wek şanazîye mezin li ser peymanê diaxivî.
Endamê lijneya asayîş û berevaniya parlementoya Iraqê, parlementer Mihemed kerbulî, di demê xwe de jî ew pirsyare ji wezîrê berevaniya Iraqê hate kirin, lê belê cihê daxiye ku destê gendelkaran dirêje.
Wî berpirsî herwaha aşkere kir ku ew peymane yek ji peymanên here mezin yên gendeliya demê Malikî ne ji ber ku heta niha balafirxaneyek ku ew balafirane bikaribin tê da rûnên nîne tenê ji bo çêkirina wê balafirxanê 60 milyon Dolar divêt.
Endamê lijneya berevanî û asayîşa parlemena Iraqê, Eskender Wetût li ser vê mijarê dibêje ku em dixwazin lêkolînek bilez destpêbikin û lêpirsînê li gel fermandeyê hêza esmanî ya Iraqê, Heme Emîn bikin.
Li gor jêderên hikûmeta Iraqê di dema hikûmdariya Malikî de 1000 milyar dolar zerer giheştiye Iraqê, bê ku yek ji wan projeyên dema Malikî pêkbên. Bi vê awayî Iraqê yek ji çar dewletên here gendelên cîhanê tê nasîn.
Basnews
