Li Îranê helîkopterek ket: 5 kes mirin
Waliyê Behşehrê Seyyîd Halîd Seccadî di televizyona dewletê ya Îranê IRINNê ragihand ku helîkoptereke bi ser Kompaniya Netewî ya Petrolê ve ya ambulans bi sedemeke nediyar ketiye û noqî ava Derya Hazarê bûye.
Seccadî da zanîn, helîkopter ji bo veguhestina birîndarê li Platforma Emîr Kebîr a Petrolê bi rê ketibû û 5 kesên di helîkopterê de jî di qezayê de jiyana xwe ji dest dane.
Basnews
