BO CARA YEKEMÎN – DAIŞê êrişî Israîlê kir!
Medyayên Israîlê belav kirin, ku îro yekşemî 27ê Mijdara 2016ê li başûrê bilindahiyên Gulanê li nav axa Israîlê, di navbera çekdarên DAIŞê û Artêşa Israîlê de şer û pevçûn derket.
Li gorî agahiyan, şer di demekê de derket, ku hejmarek çekdarên koma Şuhdai Yermûk (Şehîdên Yermûk) ên ser bi rêxistina DAIŞê ve teqe li serbazên Artêşa Israîlê kirin û deverên di bin kontrola Artêşa Israîlê de bi giranî topbaran dikin.
Derbarê şer û pevçûnên li gel çekdarên DAIŞê de, Artêşa Israîlê hin zanyarî belav kirine û ragihandiye, “firokeyên şer ên wî welatî bilez xwe gihandine esmanê devera Gulanê û çend armanc bombebaran kirine.”
Li gorî Artêşa Israîlê, firokeyên wî welatî otomobîleke DAIŞê ku çend çekdarên wê rêxistinê têde bûn, kirin armanca êrişên xwe û di encamê de, çekdarên di nav otomobîlê de hatin kuştin.
Koma Şuhedai Yermûk dis ala 2012an de hatiye damezrandin. Piştî damezrandina DAIŞê, wê komê piştevanî û hevsoziya xwe li gel DAIŞê ragihand.
Berpirsekî Pilebilind ê Artêşa Israîlê derbarê şer de ragihand: “Di encama şer û bombebaranê de 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, lê belê Artêşa Israîlê ti ziyan nedît.”
Rudaw
