• Monday, 23 February 2026
logo

Ji PDKê hewldana diyalogê

Gulan Media November 27, 2016 Nûçe
Ji PDKê hewldana diyalogê
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bo çareserkirina kirîza siyasî ya li Herêma Kurdistanê dê ligel partî û aliyên siyasî dest bi diyalaogê bike.

Endamê Polîtbûroya PDKê Kakemîn Necar ji Rûdawê re ragihand ku polîtbûroya wan dê bi partî û aliyên siyasî yên kurdî re hevdîtinan pêk bînin.

Kakemîn Necar diyar kir ku hedefa wan a sereke çareserkirina pirsa siyasî ya li Herêma Kurdistanê ye.

Necar bêyî ku dîrokê bide got ew dê demekî nêzîk li gel patiyên siyasî dest bi hevdîtinan bikin.

Hêjayê gotinê ye ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 20ê Mijdarê bi peyamekî bang li aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir, ku ji bo çareseriya pirsgirêkan guftûgo bikin, parlamentoyê aktîf bikin û serokek nû ji bo parlamentoyê hilbijêrin.

Rudaw
Top