ŞINGAL – 2 gorên komî hatin dîtin
Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji Rûdawê re ragihand , duh du gorên din ên bi komî yên kurdên êzidî li rojhilata Şingalê hatin dîtin.
Mehma Xelîl diyar kir ku her yekê de termê 10 kesan hene.
Xelîl da zanîn her du gorên komî 30 km dûrî Şingalê li gundê Şebabîk hatine dîtin û hemû kurdên êzidî ne û piranî wan jî termên zilaman in.
Qeymeqamê Şingalê herwiha got, bi dîtina wan herdu goran, hejmara gorên bi komî li sînorê navçeya Şingalê gihîşt 29 goran û daxwaz dike zêdetir pişkinîn ji bo goran were kirin.
Piştî ku DAÎŞ 3ê tebaxa sala 2014’an Şingal dagir kir, bi deh hezaran êzdî berê xwe dan çiyayê Şingalê, da ku bikaribin jiyana xwe xilas bikin.
Herwiha çekdarên rêxistina DAIŞê bi hezaran kurdên êzidî revandibû û sedan jî kuştibûn.
Rudaw
