• Monday, 23 February 2026
logo

Li Şemzînanê leşkerek hat kuştin

Gulan Media November 27, 2016 Nûçe
Li Şemzînanê leşkerek hat kuştin
Li Bakurê Kurdistanê, li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê gerîlayên PKKê êrîş li ser leşkerên Tirkiyê kirin û di encamê de leşkerekî canê xwe jidest da.

Li gorî çavkaniyên leşkerî ku, gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li navçeya Şemzînanê êrîş birin ser Baregeha Girê Gerdana Rûbarokê ya leşkerên Tirkiyê.

Hat ragihandin ku di encama wê êrîşê de leşkerekî Tirkiyê canê xwe ji dest da.

Piştî bûyerê artêşa Tirkiyê dest bi operesyonekê kir û demekê şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de derket.

K24
Top