Li Şemzînanê leşkerek hat kuştin
Li gorî çavkaniyên leşkerî ku, gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li navçeya Şemzînanê êrîş birin ser Baregeha Girê Gerdana Rûbarokê ya leşkerên Tirkiyê.
Hat ragihandin ku di encama wê êrîşê de leşkerekî Tirkiyê canê xwe ji dest da.
Piştî bûyerê artêşa Tirkiyê dest bi operesyonekê kir û demekê şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de derket.
K24
