Mûsil - Hêzên Iraqî xwe gihandin çemê Dîcle
Operasyona azadkirina Mûsilê didome û hêzên Iraqî roj bi roj zêdetir pêşde diçin.
Şandeya enformasiyonê ya şer a artêşa Iraqê ragihand, hêzên Iraqî li gundê Cilîwxan li eniya Zapê li rojhilatê çemê Dîcle azad kirine û xwe gihandine ber çemê Dîcle.
Bajarê Mûsilê duyemîn bajarê Iraqê ye û çemê Dîcle bajêr dike du beşan. Li ser çêm 5 pire hatine avakirin.
Basnews
