• Monday, 23 February 2026
logo

DAIŞê li Mûsilê 32 kes di carekî de kuşt!

Gulan Media November 27, 2016 Nûçe
DAIŞê li Mûsilê 32 kes di carekî de kuşt!
Li bajarê Mûsilê, 32 welatiyên, bi hêceta ku casûsî kirine, ji aliyê DAIŞê ve hatin komkujkirin.

Fermandeyê polîsên federal ên Iraqê Siltan Hemûdat El Izî di daxuyaniyekê de ragihand ku çekdarên DAIŞê duh bi şev li rojhilatê Mûsilê li taxên Ezka, Mesarif, Zihûr û Camîe yên bajêr êrişî malên xelkê kirin û gelek kes girtin.

Siltan Hemudar El Izî derheqê bûyerê de got, agahî ji me re hat ku DAIŞiyan wê şevê 32 kes girtine û birine cihekî û hemû kuştine. Wî rayedarê polîsê Iraqê da zanîn ku ew sivîl bi hêceta casûsiyê hatine kuştin.

Fermandayê hêzên polîsên federal a Iraqê herwiha destnîşan kir ku çekdarên DAIŞê li herêmên di bin kontrola xwe de gefê li sivîlan dixwin da ku agahiyan nedin hêzên ewlehiyê.

Basnews
Top