• Monday, 23 February 2026
logo

Xelk ji Reqayê direvin û berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê

Gulan Media November 26, 2016 Nûçe
Xelk ji Reqayê direvin û berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê
Piştî destpêkirina operasyona Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bo kontrolkirina Reqayê û ji ber tirsa nêzîkbûna şer û pevçûnan di nava bajarê Reqayê de, hejmara xelkê ku ji vî bajarî direvin û berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê û deverên derdorê zêdetir dibe.

Ji ber trisa ji DAIŞê û nêzîkbûna şer û pevçûnan di nava Reqayê de, roj bi roj koçberbûna xelkê Reqayê û navçeyên derdora wê zêdetir dibe. Welatiyên sivîl bi rêya otomobîlên xwe û herwiha otobus û kamyonan xwe digihînin bajarokê Bozanê (Eyn Îsa) yê li Rojavayê Kurdistanê.

Ew xelkê ku ji Reqayê direvin, zêdetir ber bi wan navçeyan ve diçin, ku di bin kontrola HSDê de ne.

Welatiyeka ji Reqayê bi navê Ayişe Mihemmed behsa koçberbûna xwe û pêşwaziya Hêzên Sûriya Demokratîk li koçberan dike û dibêje: “Em hemû derbasî vî alî bûn da ku em bêne wir. Dema ku em gihîştin, li vir bi germî pêşwaziya me kirin û cihê mane ji me re dabîn kirin. Xwedê wan serbilind bike û wan biparêze.”

Ayişe Mihemmed dibêje, ku ew bi dizî ji çekdarên DAIŞê ve reviyane û tekez kir, ku çekdarên DAIŞê ji wan xwastibû ku ew ber bi navenda bajarê Reqayê ve biçin, lê wan berê xwe daye Rojavayê Kurdistanê.

Ayişe Mihemed diyar kir: “DAIşê dixwast ku em ber bi navenda Reqayê ve herin, yan jî ber bi cihên din ku di bin kontrola wan de bûn. Wan rojane ew daxwaz ji me dikirin, lê belê me xwe di mal de bêdeng kiribû. Hemû ew kesên ku hûn li vir dibînin, bi dizî ji destê DAIŞê revîne.”

Hêzên Sûriya Demokratîk, bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji roja 5ê Mijdarê ve dest bi operasyona rizgarkirina Reqayê kirin.

Rudaw
Top