Asayişa Rojava peykerê Esed li Hesekê rakir
Çavkanyekê ji Encumena Parêzgeha Hesekê ji Rûdawê re aşkere kir, ku hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê peykerê Basil Esed a li Taxa Xuwêran a bajarê Hesekê rakirin û radestî hêzên hikûmeta Sûriyê yên li Hesekê kirin.
Li gorî agahiyan, ji ber ku guman hebû ku grûpeke nenas dê êrîşî peykerê Basil Esed bike û wî peykerî xirab bike, lewma hêzên Asayişa Hesekê yên ser bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve bi rêk û pekî ew peyker rakirin û piştre radestî hikumeta Sûriyê kirin.
Heman çavkaniyê ji Rûdawê re got, ku niha peykerê birayê Beşar Esed li navenda sporê ya bajarê Hesekê ku di bin kontrola hêzên Sûriyê de ye, tê parastin.
Ji aliyekê din ve çavkaniyekê ji Asayişa Hesekê jî ji Rûdawê re ragihand, ku Asayişê ji ber wê yekê ew biryar daye, çimku peykerê Basil Esed dikeve taxeke di bin kontrola wan de û wan nexwastiye li ser wê peykerê ti arîşe di navbera her du aliyan de derkeve.
Çavkaniyê ji Asayişa Hesekê herwiha tekez kir, ew çi biryarekê bidin hêzên hikûmeta Sûriyê nikarn li djî wê derkevin.
Rudaw
