• Monday, 23 February 2026
logo

Di teqîna Hille de herî kêm 73 îranî hatine kuştin

Gulan Media November 26, 2016 Nûçe
Di teqîna Hille de herî kêm 73 îranî hatine kuştin
Hikûmeta Îranê ragihand, cenazeyên 73 kesên ku di teqîna bajarê Hille yê Iraqê de hatibûn kuştin, derbasî Îranê hatine kirin.

Duh danê sibê li bajarê Hille yê Iraqê, xwekujekî DAIŞê bi otomobîleke bombekirî xwe di nav ziyaretkarên şîe yên ji bajarê Kerbelayê vedigeriyan de xwe teqand.

Di wê bûyerê de herî kêm 100 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Piraniya yên kuştî îranî bûn.

Serkonsulê Îranê li Kerelayê ragihand, îro 73 cenaze bo Îranê hatin veguhestin û got, lê hinek cenaze gelekî şewitîne ji ber wê jî dibe ku di nav wan de efxanî yan jî iraqî hebin. Dê piştî têstên DNA were zanîn.

Basnews
Top