Îran ava çemê Sîrwanê dimiçigîne
Serokê lijneya xizmetguzaiyên şaredarî û geştûguzarê di parlementoya Kurdistanê Omer Einayet ji BasNewsê re axivî û got:” Di heyama sê salên derbasbûyê de hikûmeta Îranê bi rêya çêkirina 4 bendavan li ser çem, bi kirde mijûlî miçiqandina çemê Sîrwanê bûye lê belên hikûmeta herêma kurdistanê heta niha xemsare li hember vê karê Îranê.
Wî berpirsî herwaha aşkere kir ku:” Min roja 14.11.2016 de serdana çemê Sîrwanê li nêzîkî navçeya Sazan ya Helbçê kir û dikarim bêjim rêjeya avê seda 95 kêm bûye.”
Di berdewamiya gotinê xwe de wî berpirsî got:”Li ser hewlên welatê Îranê ji bo miçiqandina ava çemê Sirwanê, min nivîsek ji bo parlementoya Kurdistanê û parlementoya Iraqê û Wezareta Çandinî û Çavkaniyên av a hikûmeta herêmê û Çavkaniyên av a Iraqê û kunsolxana Îranê li Silêmaniyê û balyozxana Iraqê li Îranê re, şandiyê lê belê heta niha ti encamekê vê nebûne."
Basnews
