• Monday, 23 February 2026
logo

Erdogan piştî êrişa ser leşkerên Tirkiyê telefona Pûtîn kir

Gulan Media November 25, 2016 Nûçe
Erdogan piştî êrişa ser leşkerên Tirkiyê telefona Pûtîn kir
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo gotûbêjkirina êrişên li ser leşkerên Tirkiyê yên di nava axa Sûriyê de bi Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn re axivî.

Çavkaniyên ji serokomartiya Tirkiyê ragihandin, ku îro înê 25ê Mijdara 2016ê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn pêwendiyeke telefonî encam dan.

Li gorî agahiyan, Erdogan û Pûtîn di vê pêwendiya telefonî de derbarê pêwendiyên navbera her du welatan û mijarên herêmî de û bi tyabet jî pêşhatên li Sûriyê gotûbêj kirin.

Herwiha Erdogan û Pûtîn li ser êrişên wê dawiyê yên bo ser leşkerên Tirkiyê di nava axa Sûriyê de jî axivîn, ku di wan rojên dawiyê de 2 caran li nêzîkî bajarê El-Bab ê Sûriyê rastî êrişan hatin û di encamê de 4 serbazên tirk hatin kuştin û 16 serbaz jî birîndar bûn.

Erdogan û Pûtîn herwiha tekezî li ser zêdekirin û lezkirina hewlên bo çareserkirina kirîza mirovî ya li Helebê jî kirin.

Her du lîderan, li ser hewlên bo asayîkirina pêwendiyên navbera Enqere û Moskowê jî gotûbêj kirin û piştgirî dan wan hewlan.

Li gorî agahiyan, Serokomarê Tirkiyê û Serokê Rûsya di vê pêwendiya telefonî de herwiha tekezî li ser giringiya bihêzkirin û berfirehtirkirina têkiliyên navbera her du welatan jî kirin û di vê çarçoveyê de jî hat gotin, ku Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim dê di 6ê meha dahatî de serdana Moskowê bike.

Herwiha her ji bo paşxistina pêwendiyên du alî yên navbera her du welatan, biryar e di nîveya yekem a sala 2017ê de civîna Rûsya-Tirkiye birêve biçe.

Medyayên Tirkiyê belav kirin, ku Erdogan di heman pêwendiyê de ji Pûtîn re ragihand, ku Enqere li ser berdewambûna operasyona Mertala Firatê di nava axa Sûriyê de bi israr e, lê di heman demê de piştgiriyê li yekîtiya axa Sûriyê dike.

Rudaw
Top