• Monday, 23 February 2026
logo

Zaxarova: Kurd jî hêzekî sereke ya li dijî terorê ne

Gulan Media November 25, 2016 Nûçe
Zaxarova: Kurd jî hêzekî sereke ya li dijî terorê ne
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand, divê kurd weke hêzekî ku di bejahiyê de şerê terorê dike, beşdarî pêvajoya nû ya li Sûriyê bibin.

Mariya Zaxarova di daxuyaniyeke taybet de, derbarê rewşa dawiyê ya Sûriyê de ji Rûdawê re got ku divê kurd jî weke hêzekî herêmî beşdarî danûstandinên siyasî bibin.

Li ser pirsa "gelo, daxûyaniya Gennadî Gatîlov tê wê wateyê ku di Sûriyeya nû de divê kurd bibin xwedî statuyeke siyasî? Zaxarova wiha axivî:

"Pêgeha me wek prensîp ew ku kurd wek hêzeke real, divê bi teqezî beşdariya di proseya gotûbêjên siyasî yên ser Sûrî de bikin. Lê hevkarên me yên di Koma Navneteweyî ya Pitgirîdana Sûrî de bi her awayî beşdariya kurdan di proseya gotûbêjan de bloke kirin û ev yek jî bû sedema xetimîna pêvajoyê. Me her tişt kir, da ku kurd wek hêzeke real, ku li ser erdê dijî terorîstan şer dikin, bibin beşekî proseya sîyasî. Me li ser vê yekî li gel De Mîstûra axivî, Lavrov li gel Kerry axivî, her weha ev peyam ji endamên Civata Ewlekarî ya NY re jî hat ragihand.”

Zaxarova diyar kir ku ji ber helwêsta hin komên xeraker, ku ji derve dihatine piştgirîkirin, pêvajoya gotûbêjan hat birrîn û got:

“Îro ji bi hemû aliyan pêwîstiya vejandina wê proseyê heye. Va ye, li Amerîkayê hilbijartin bi dawî hatin, ku mixabin bi bûyerên Sûrî ve girêdayî bûn. Tê de karta Sûrî bi awayekî pir çalak hat bikaranîn û karta Îraqê jî, bi heman şêwe. Niha divê Waşîngton rewşa heyî rast binirxîne û divê du pêvajo bi hev re jinûve destpê bibin. Yek; pêvajoya siyasî ya di navbera Şam û mûxalefetê de, ku teqez divê kurd jî tê de cih bigrin; ya duyemîn jî divê tegera antî terorê destpê bibe, ku tê de Hêzên Hewayî yên Rûsya û Hevpeymaniya Navnetewyî ya bi serokatiya Amerîkayê hevkariya hev bikin.”

Rudaw
Top