Peyama Barzanî bo malbata Şerefkendî û xelkê Mihabadê
Mesûd Barzanî di vê peyama xwe de, serxweşiyê li malbata Nîrza Ebdullah Şerefkendî û xelkê bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê kir.
Barzanî herwiha xembariya xwe li hember koça dawîn a Mîrza Ebdulah Şerefkendî anî ziman û hêvî kir, ku xwedayê mezin canê wî bi rehmeta xwe şad bike.
Mîrza Ebdullah Şerefkendî birayê her du kesatiyên navdarên kurdistanî, Sekreterê Berê yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê Dr. Sadiq Şerefkendî û helbestvan, nivîskar û edîbê naskirî yê kurd Ebdurehman Şerefkendî (naskirî bi Mamosta Hejar Mukriyanî) ye.
Peyama Barzanî bi vî awayî ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Malbata birêz Şerefkendî li Mihabadê
Nûçeya koça dawîn a kesatiyê niştîmanperwer û naskirî yê Mukriyanê, Mîrza Ebdullah Şerefkendî ez xembar kirim.
Bi vê boneyê, ji dil ve ez serxweşiyê li malbata we ya têkoşer dikim û hevxemiya xwe pêşkêşî we û xizim û kesûkar û nasyar û xelkê niştîmanperwerê Mihabadê dikim.
Ji xwedayê mezin daxwaz dikim, ku canê kek Ebdullah bibe ber rehmeta xwe û sebr û aramiyê jî bide hemû aliyan.”
Rudaw
