• Monday, 23 February 2026
logo

Peyama Barzanî bo malbata Şerefkendî û xelkê Mihabadê

Gulan Media November 25, 2016 Nûçe
Peyama Barzanî bo malbata Şerefkendî û xelkê Mihabadê
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber koça dawîn a Mîrza Ebdullah Şerefkendî, biryayê her du kesatiyên siyasî û edebî yên navdar ên kurd, Sadiq Şerefkendî û Ebdurehman Şerefkendî (Mamosta Hejar Mukriyanî) peyameke serxweşiyê belav kir.

Mesûd Barzanî di vê peyama xwe de, serxweşiyê li malbata Nîrza Ebdullah Şerefkendî û xelkê bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê kir.

Barzanî herwiha xembariya xwe li hember koça dawîn a Mîrza Ebdulah Şerefkendî anî ziman û hêvî kir, ku xwedayê mezin canê wî bi rehmeta xwe şad bike.

Mîrza Ebdullah Şerefkendî birayê her du kesatiyên navdarên kurdistanî, Sekreterê Berê yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê Dr. Sadiq Şerefkendî û helbestvan, nivîskar û edîbê naskirî yê kurd Ebdurehman Şerefkendî (naskirî bi Mamosta Hejar Mukriyanî) ye.

Peyama Barzanî bi vî awayî ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata birêz Şerefkendî li Mihabadê

Nûçeya koça dawîn a kesatiyê niştîmanperwer û naskirî yê Mukriyanê, Mîrza Ebdullah Şerefkendî ez xembar kirim.

Bi vê boneyê, ji dil ve ez serxweşiyê li malbata we ya têkoşer dikim û hevxemiya xwe pêşkêşî we û xizim û kesûkar û nasyar û xelkê niştîmanperwerê Mihabadê dikim.

Ji xwedayê mezin daxwaz dikim, ku canê kek Ebdullah bibe ber rehmeta xwe û sebr û aramiyê jî bide hemû aliyan.”

Rudaw
Top