Erdogan gef li Ewropa xwar: Emê deriyên sînor vekin
Piştî ku parlamentoya Ewropayê biryar da hevdîtinên endamtiya Tirkiyê bi Enqerê re bide sekinandin, serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi tundî nerazîbûn nîşan da.
Erdogan diyar kir ku tehdîd û fermanên Ewropa bo Tirkiyê bê qîmet in û wiha gazî Ewropa kir, ka hûn heta niha durist nêzîkî mirovan û mafên mirovan bûne. Dema Aylan (Kurdî) di nav deryaya Spî de xeniqî, kê ew ji avê derxist? Ma hûn bûn? Na, em bûn. Dema zarokê bi navê Umran birîndar bû we ew hewand? Na, me ew û zêdetirî 3 milyonên din jî hewand. Dema 50 hezar penaber li ser sînor kom bibûn hûn ditirsiyan ku Tirkiye sînor veke û ew derbasî Ewropa bibin. Eger hûn zêde pêşde biçin deriyên sînor dê vebin…
Di navbera Tirkiye û Ewropayê de rêkeftinek hatiye îmzekirin ku Tirkiye penaberên Sûriye û Iraqê yên ji ber şerê DAIŞê ji welatê xwe direvin, werbigire û Ewropa jî pere bide Tirkiyê. Di çarçoveya wê rêkeftinê de hinek penaber ji Ewropa bo Tirkiyê hatin vegerandin.
Basnews
