Pêşmergeyên YNKê: Em piştgirî didin peyama Barzanî
Fermandariya Hêzên 70 yê Pêşmerge di daxuyaniya xwe de diyar dike ku Kurdistan ji serdemekî metirsîdar re derbas dibe û Kurdistan rastê gelek pirsgirêkên weke krîza siyasî û aborî, ji kar ketina parlamentoyê, daketina asta bijêwa welatiyan, nebûna meaş û bêkarî, hatiye. Vê yekê jî hiştiye ku hemû alî bi nîgeranî temaşeyê pêşeroja Kuridstanê bikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ew banga Serokatiya Herêma Kurdistanê ya ji bo destpêkirina diyalogan giring dibînin û bang li xelkê jî kirin ku bibin hêzên guvaşxistinê da ku alî hev qebûl bikin.
Fermandariya Hêzên 70 yê Pêşmerge ragihand; “Em weke hêza pêşmergeyên Kurdistanê piştgiriyê didin hemû hewlên dilsoz û xemxurên gelê kurd û xaka Kurdistanê.”
Hêjayê gotinê ye ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 20ê MIjdara 2016ê peyamek derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê belav kir û ragihand ku çareseriya krîza siyasî ya herêmê bi gotûbêja partiyan, çalakbûna parlamentoyê û hilbijartina serokatiyeke nû bo parlamentoyê dibe.
Serok Barzanî got: “Derbarê çareseriya krîza herêmê, min nêrîna xwe ragihandiye, ez niha jî dubare dikim; Çareseriya kirîza siyasî ya herêmê bi vî awayî dibe ku partî bikevine nav gotûbêjan û parlamento were aktîvkirin û serokatiyeke nû bo parlamentoyê were hilbijartin. Çimkî bo hemû aliyekê zelal e, çênabe ewên ku bûne çavkaniya kirîzan, dubare serokatiya parlamentoyê werbigirin. Herwiha partî divê li ser wê yekê li hev bikin, ku hikûmeteke nû were damezrandin û rêzdarek jî bo serokatiya herêmê heta dema hilbijartinan were destnîşankirin, da ku erkê serokatiya herêmê bigire ser milê xwe û ez jî dê bi hemû awayekê alîkariya vê pêvajoyê bikim.”
Mesûd Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku ew rêzê ji daxwaz û mafên rewa yên mamostayan digre û got: “Heqê wan e ku daxwaza mafên xwe li hikûmetê û aliyên pêwendîdar bikin û ez piştevaniya wan dikim û pêwîst e welatê me di xweşî û aramiyê de be. Lê belê ji ber kirîz û pirsgirêkên ewlehî û aborî û siyasî, derfet û şiyayên hikûmetê sînordar bûne, lê belê ku wiha dibînin çareserî heye, bila alî û hikûmet kerem bikin bi hev re rewşê çareser bikin û hemû tiştekê jî bixin ber çavan.”
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de wiha got: “Ez baş dizanim, bajarê Silêmaniyê di jêr terora fikrî de ye û divê ev terora fikrî ya li ser bajarê Silêmaniyê, were şikandin. Ev bajar, herdem rûbirûyê zulm û dagîrkeran bûye û xortên wê amade bûne ku bi saxe sax werin çalkirin, lê li beramber Zeîm Sidîq bi serbilindî rawestiyan û amade nebûn gotinekê bêjin sembolên gelê Kurdistanê. Ev nêrîna min e li ser Silêmaniyê û xelkê serbilindê wê. Bila kes hewl nede şiroveyeke din li ser xelkê vî bajarî ferz bike.”
Rudaw
