• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamiya Kurdistanê kir

Gulan Media November 24, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamiya Kurdistanê kir
Roja çarşem 23.11.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mamosta Îrfan Mela Abdulezîz Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamiya Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamiya Kurdistanê spasî erk û keda Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina bereyên şerê dijî terorîstan kir û xweşhaliya xwe jî ji bo serkeftin û destkeftên Pêşmerge yên li bereyên şer nîşan da. Her wiha piştgîriyê li peyama Serok Barzanî ya di derbarê çareserkirina qeyrana siyasî ya Herêma Kurdistanê kir û wekî derbasgeheke baş ya çareserkirina kêşeyan û dawî anîna qeyrana siyasî wesif kir.

Her li vê hevdîtinê de cangorî û ehlaq û rewşta bilinda Pêşmerge ya li şerê terorê û parastina pêkhatan û destgirtina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi bingehên mirovî û bihayên civakiya Kurdewarî bilind nirxandin û tekez li ser pêwîstiya pêkvejiyanê û bexteweriya li navçeyên azadkiriyan da kirin.

Li beşekî dinê vê civînê de ronahî xiste li ser metirsiyên hizrî tundrewiya li ser civakê û bi pêwîst zanîn ku kar ji bo serkeftina rêya nermî û lêborînî û şîretên olî yên li Kurdistanê da bê kirin.
Top