• Saturday, 31 January 2026
logo

Hevjîna Îbo Ayşegul ducanî ye

Gulan Media August 26, 2012 Hunerî
Hevjîna Îbo Ayşegul ducanî ye
Stranbêjê navdar Îbrahîm Tatlises, xwe amade dike ku cara 6. bextewariya bavitiyê bijî. Hevjîna Tatlises Ayşegul Yildiz, hat gotin ku, ducaniya 2 mehan e.

Îbrahîm Tatlises, heta niha 4 cara zewiciye û bavê 5 zarokan e. Xwe amade dike ku, cara 6. bextewariya bavîtiyê bijî.

Ji hevjîna ewil a Tatlises, Edalet Durakê 3 zarok, Gulşen, Gulden û Ahmed, ji Perîhan Savaşê kecikek Melek Zubeyde, ji Derya Tuna jî Îdo, bi temamî heta niha 5 cara bextewariya bavîtiyê tehm kiriye.

Heta niha ducanîtiya Ayşegul Yildizê vedişartin, çimkî hevjîna Îbo Ayşegulê, baweriya xwe bi çavînokiyê heye û loma jî nexwestine eşkere bikin.

Avestakurd
Top