• Monday, 23 February 2026
logo

Li Enqerê nûnertiya Kurdistanê vedibe

Gulan Media November 24, 2016 Nûçe
Li Enqerê nûnertiya Kurdistanê vedibe
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh ji bo hinek hevdîtinan hate Enqerê paytexta Tirkiyê. duh jî danê sibê bi Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim re li hev runiştin. Serokwezîrên herdu dewletan nêzî saetekê li ser mijarên rojane gotûbêj kirin.

Piştî hevdîtina li Enqerê Nêçîrvan Barzanî bo hevdîtina bi Erdogan re derbasî balafirgeha Esenboga bû.

Hate ragihandin ku di hevdîtinên li Enqerê de pêvajoya dawî ya li Til Aferê, rewşa PKKê li Şingalê, rewşa leşkerên tirk li Başîkê, Têkilyên di navbera Kurdistan û Îraqê de hatine gotûbêjkirin.

Derket holê ku herdu alî li ser vekirina nûnertiya Kurdistanê li Tirkiye mitabiq mane. Şiya agahiyên ku dereve bûyîn Kurdistanê di meha 1ê ya sala 2017an de li Enqerê nûnertiya xwe veke. Piştî vê agahiyê diyar bû ku Kurdistanê di bûdçeya 2017an de bo nûnertiya Enqerê pere terxan kiriye.
Top