Hikûmeta Kurdistanê bi tundî terorkirina wî melayê Hewlêrê şermezar kir
Hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyekê de terorkirina melayê mizgefta Omer Bindiyan a bajarê Hewlêrê mamosta Wişyar Îsmaîl bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku dezgehên ewlehiyê bo zûtir dîtin û girtina qatilên wî melayî hatine erkdarkirin.
Hikûmeta Kurdistanê diyar kiriye ku kuştina wî melayî, “bizdonektî ye û qesta wê derizandina yekrêziya civaka Kurdistanê ye”.
Basnews
