• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî serxweşiyê Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir

Gulan Media November 23, 2016 Nûçe
Serok Barzanî serxweşiyê Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir
Roja çarşem 23.11.2016 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li rêya telefonê ve peywendiyê bi Mamosta Selahedîn Behaedîn Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir.

Li vê peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî gelek bi tundî rûdana terorkirina Dr Hişyar Îsmaîl mamostayê olî û kesayetiyê nîştîmanperwerê bajarê Hewlêrê şermezar kir û ragihand şehîdkirina mamosta Hişyar şehîdkirina dengê nermî û miyanrewî û pêkvejiyane. Her wiha ji bilî derbirîna hevsoziya xwe, serxweşiyê li Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamî û malbat û kesukarên şehîd Dr Hişyar kir û eve jî xisterû ku ew kirdarê nemirovaneye dijî hemû aliyek û bi taybetî dijî min xwe hatiye encamdan.

Her wiha Serok Barzanî Emîndarê Giştî yê Yekgirtî jî ji wê yekê agahdar kir ku dezgehên peywendîdar raspardiye bi zûtirîn dem sedem û encamderên wê tawanê peydabikin û radestî yasa bikin.

Top