Nêçîrvan Barzanî digel serok wezîrên Tirkîyê kombû
Nêçîrvan Barzanî serok wezîrên herêma Kurdistanê, îro bi serokayetîya şandeka bilinda hikûmeta herêmê, gihişte Enqereya paytext û li koçka Çankaya, ji alîyê Bînalî Yildirim, serok wezîrên Tirkîyê ve hat pêşwazî kirin û paşê bo dema demjimêrekê, Barzanî û Bînalî Yildirim kombûn û kombûn dûr ji çavên ragîhandinê hate kirin.
Li gorî medyayên Tirkîyê, serk wezîrên herêmê, peywendîyên sîyasî û aborî yên Hewlêr û Enqere û operasyona Mûsilê û şerê dijî Daişê, dîsan pêvajoya aşîtîyê li bakur û kêşeyên vê dawîyê dinavbera Tirkîyê û Îraqê da, digel serok wezîrên Tirkîyê gotubêj kirine.
Ji alîyekê din ve, her li Enqere û li baregehê wezareta derve, Nêçîrvan Barzanî, digel Çavuşoglu wezîrê derve yê Tirkîyê kombûye û kombûn bo demê 45 xulekan vekêşaye û têda, dawî pêşhatên deverê gotubêj kirine.
War.tv
