• Monday, 23 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî digel serok wezîrên Tirkîyê kombû

Gulan Media November 23, 2016 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî digel serok wezîrên Tirkîyê kombû
Nêçîrvan Barzanî serok wezîrên herêma Kurdistanê, li Enqere ya paytext, cuda digel serok wezîrên Tirkîyê û wezîrê derve yê wî welatî kombû.

Nêçîrvan Barzanî serok wezîrên herêma Kurdistanê, îro bi serokayetîya şandeka bilinda hikûmeta herêmê, gihişte Enqereya paytext û li koçka Çankaya, ji alîyê Bînalî Yildirim, serok wezîrên Tirkîyê ve hat pêşwazî kirin û paşê bo dema demjimêrekê, Barzanî û Bînalî Yildirim kombûn û kombûn dûr ji çavên ragîhandinê hate kirin.

Li gorî medyayên Tirkîyê, serk wezîrên herêmê, peywendîyên sîyasî û aborî yên Hewlêr û Enqere û operasyona Mûsilê û şerê dijî Daişê, dîsan pêvajoya aşîtîyê li bakur û kêşeyên vê dawîyê dinavbera Tirkîyê û Îraqê da, digel serok wezîrên Tirkîyê gotubêj kirine.

Ji alîyekê din ve, her li Enqere û li baregehê wezareta derve, Nêçîrvan Barzanî, digel Çavuşoglu wezîrê derve yê Tirkîyê kombûye û kombûn bo demê 45 xulekan vekêşaye û têda, dawî pêşhatên deverê gotubêj kirine.

War.tv
Top