DAIŞ daxwaza koç kirinê li çekdarên xwe yên Mûsilê dike
Li gor çavkaniyên di nav Mûsilê de bidest ketine, DAIŞ bi rêya gotarekî zanayên olî yên xwe ve, ji çekdarên rêxistinê re ragehandiye, ku gelek berpirsên rêxistinê li Mûsilê hatine kuştin.
DAIŞê kuştina wan berpirsên xwe yên li Mûsilê wek astengiya li hember Mihemedê kurê Ebdula û pêxemberê îslamê ji aliyê qureyşiyan ve hatî tengav kirin pênase dikin û daxwaz ji çekdarên xwe kirine ku wek pêxemberê îslamê û alîgirên wî li Mûsilê ve koç bikin bo Sûriyê.
Di pêvajoya operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê de, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê navçeyekî berfireh rizgar kirin û li gel kuştina bi sedan berpirsên rêxistinê, hejmarek zêde çekdarên wan jî ji aliyê Pêşmerge ve hatin kuştin.
Heman demê de hêzên Iraqê û balefirên şer ên hêzên hevpeyman jî zerer û ziyanekî mezin gehandin DAIŞê.
Basnews
