• Monday, 23 February 2026
logo

Salih Mûslim: Em dixwazin pêwendiyên me li gel PDKê baş bin

Gulan Media November 23, 2016 Nûçe
Salih Mûslim: Em dixwazin pêwendiyên me li gel PDKê baş bin
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim got, “Ez welatiyekî Sûriyê me û ti bihayekî biryara Tirkiyê ya derbarê girtina min de nîne.”

Salih Mûslim êvara roja Sêşemê (22-11-2016) li Parlamentoya Brîtanyayê gotarek pêşkeş kir û ragihand; “Tişta îro li Tirkiyê çêdibe ew e ku takekesek welat birêve dibe û ti rolekî parlamentoya vî welatî nemaye, ew kes weke siltan kar dike."

Derbarê biryara girtina wî ku ji aliyê dadgeha Tirkiyê ve hatibû dayîn, Mislim diyar kir, “Ez hemwelatiyekî Sûriyê me, ti pêwendiyekî min bi bûyerên meha Sibatê yên Enqerê ve nînin. Di dema xwe de me ev buyer şermezar jî kir. Me gotibû ku dibe ev karê MÎTê be. Ti bihayekî biryara girtina min nîne. Dixwazin bi vê biryarê jib o me astengiyan çêbikin lê ti pirsgirêk bo me çênabin.”

Li ser pirsa peyamnêra Rûdawê Kurdistan Hesen a derbarê pêwendiyên Hewlêr û Qamişloyê jî Salih Mûslim wiha axivî:

“Em bi rijd in ku pêwendiyên me ligel hemû aliyên Kurdistanê hebin. Hemû hewlên me ji bo wê yekê ne ku pêwendiyên Qamişlo û Hewlêrê baş bin. Herwiha pêwendiyên Rojava ligel Partiya Demokrata Kurdistanê baş be.”

Hevserokê PYDê herwiha got; “Em yek gel in, pêwendiyên me yên ligel YNK, Goran û partiyên îslamî heye. Di hinek mijaran de nêrîna me û PDKê ji hev cuda ne lê wem li hêviya pêwendiyekî baş in. em rêzê ji hemûyan re digrin û destwerdana karên wan nakin.”

Mûslim diyar kir, ku ew di pêwendiyên PYD û PDKê de ew ne çavkaniya pirsigirêkê ne hewl didin nakokiyan jî çareser bikin.
Salih Mûslim di gotara xwe de behsa rewşa herêmê jî kir û diyar kir, “Her kesî di sala 2011ê de hêvî dikir ku rejîma diktator a Suriyê dê bi hêsanî hilweşe. Lê paşî nakokiyên nav Sûriyê bûne nakokiyên navdewletî. Welatên cîhanê li gorî berjewendiyên xwe ji hev cuda nêzîkî Sûriyê dibin. Ji ber vî şerî heta niha 400 hezar kes hatine kuştin. Bi minlyonan kes jî koçber bûn. Bi tevê vê yekê jî em nizanin ka dê kengî ev şer xilas bibe.

Mûslim amaje bi rewşa welatên navçeyê kir û got; “Tirkiye li pey avakirina Împaratoriya Tirkiyê ye ku li gorî plana wan, sînorê wan ê Mîsaqî Mîllî, Helebê, Mûsil û Kerkûkê jî digre navxwe. Îran jî bi alikariya Hîzbûllah û şîeyên Iraqê dixwaze Împaratoriyeke Sefewî ava bike. Hemû welat berjewendiyên xwe difikirin û ti kes berjewendiyên gelê Sûriyê nafikire.”

Rudaw
Top