• Monday, 23 February 2026
logo

Artêşa Amerîkayê hilweşandina pira çarê ya Mûsilê ragehand

Gulan Media November 23, 2016 Nûçe
Artêşa Amerîkayê hilweşandina pira çarê ya Mûsilê ragehand
Artêşa Amerîka hilweşandina çaremîn pira bajarê Mûsilê di encama êrîşên esmanî yên balafirên şerê yên wî welatî de radgehand, û ev yek dibe astgekek mezin li berd hatûçûya çekdarên DAIŞê de.

Berdevkê artêşa Amerîkayê, klonêl John Dorian ragehand ku hilweşandina pira çarê ku dikeve nabera rojhilat û rojavaya Mûsilê de bandoreke mezin li ser oprasiyona Mûsilê dike û DAIŞ nikare çek û çebilxanê, bigehîne çekdarên xwe li rojhelatê Mûsilê.

Cîgirê serokê encûmena parêzgeha Ninowa, Noredîn Qeyîlan ji çapemeniyê re aşkere kir ku hemû pirên bajarê Mûsilê hatine teqandin û hilweşandin, tenê pira kevn a Mûsilê ku bi asin hatiye çêkirin, maye.

Rudaw
Top