Artêşa Amerîkayê hilweşandina pira çarê ya Mûsilê ragehand
Berdevkê artêşa Amerîkayê, klonêl John Dorian ragehand ku hilweşandina pira çarê ku dikeve nabera rojhilat û rojavaya Mûsilê de bandoreke mezin li ser oprasiyona Mûsilê dike û DAIŞ nikare çek û çebilxanê, bigehîne çekdarên xwe li rojhelatê Mûsilê.
Cîgirê serokê encûmena parêzgeha Ninowa, Noredîn Qeyîlan ji çapemeniyê re aşkere kir ku hemû pirên bajarê Mûsilê hatine teqandin û hilweşandin, tenê pira kevn a Mûsilê ku bi asin hatiye çêkirin, maye.
Rudaw
