Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniya Amerîka operasyona azadkirina Musilê nirxandin
Li peywendiya telefoniyê da Wezîrê Berevaniya Amerîka bi sedema serkeftinên hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li bereyên şerê dijî terorîstên Da'îş xweşhalî û pîrozbahiya xwe bi Serok Barzanî ragihand. Her wiha pêzanînên xwe jî ji bo asta baş ya hemahengî û karê hevbeşê Pêşmerge û artêşa Iraqê ya li şerê terorîstan da hebû.
Her li vê peywendiyê da her dû alî tekez li ser girîngiya berdewamiya hemahengiya di navbera hevpeymanan û Pêşmerge û artêşa Iraqê bi taybetî ya li navbera hêzên Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê kir.
Li beşekî dinê vê peywendiya telefoniyê da her dû alî di derbarê hengavên bi cîhkirina plana azadkirina Musil û dewrûbera wê de danustandina bîr û ramanan kirin û qonaxên operasyonê heta niha bi serkeftî wesif kir.
Her li vê peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî spasî gel û Hikûmet û artêşa Amerîka kir ku li şerê terorê da piştevanê Pêşmerge bûne û hêviya serkeftina yekcarekî li beranber terorîstan de xwest.
