• Monday, 23 February 2026
logo

Berpirsê YNKê: Ma qey me hebûna PKKê ya li Qendîlê çareser kir?

Gulan Media November 23, 2016 Nûçe
Berpirsê YNKê: Ma qey me hebûna PKKê ya li Qendîlê çareser kir?
Endamê Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re got, ku ew dixwazin pêwendiyên wan li gel cîranan baş bin lê divê cîran jî rêzê ji sînorên Herêma Kurdistanê re bigrin. Pîre dibêje Tirkiye dewletek mezin e û bila bê li gel PKKê biaxive û wan bibe Tirkiyê.

Sedî Ehmed Pîre ku di heman demê de endamê baskê Piraniya Polîtbûroya YNKê ye, di hevpeyvînê de behsa nakokiyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê, partiya xwe û partiyên din kir û derbarê mijarên taybet de bersiv da pirsên Rûdawê.

MIJARA DANÛSTANDINA PARÊZGARIYAN LI GEL BEXDAYÊ

Di dema derbasbûyî de hinek aliyan gotin, ku bila parêzgariyên Kurdistanê rast rast ligel Bexdayê danûstandinan bikin. Te jî ev yek weke hêcet binav kir. Ji ber çi hêcetên aliyên siyasî gihiştine vê astê?

Sîstema siyasî ya Herêma Kurdistanê parlamentoya federalî ye û di destûra Iraqê de jî hatiye bicîhkirin. Ji ber vê yekê, ew gotûbêjên derbarê vê yekê de tên kirin tev de vala ne.

Lê ew kesên ev mijar xistine rojevê, ne kesên asayî ne?

Ti karê me bi wê neketiye, ew kes eger xwendin û nivîsandinê dizanin bila destûrê bixwînin. Eger biraderên Tevgera Goran destûra Iraqê xwendibin, dê bizanin ku Bexda raste rast ligel parêzgariyên Herêma Kurdistanê danûstandinan nake. Eger biraderên PDKê jî destûr xwendibin dê bizanin ku Goran nikare vê yekê bike.

Parlamenterên YNKê piştgirî didin vê projeyê?

Ew parlamenterên YNKê yên piştgiriyê didin vê projeyê jî nezaniyê dikin. Eger ew jî destûrê bixwînin, dê bizane ku wiha nabe.

Polîtbûroya YNKê li gel parlamenterên xwe yên Parlamentoya Iraqê civînek pêkanî. Di wê civînê de ev mijar hate rojevê?

Me ji Ala (Talabanî) xanimê re gotiye pabendê destûrê bin. Destûr jî nabêje bila parêzgarên Kurdistanê raste rast ligel Bexdayê pêwendiyên xwe saz bikin. Em dixwazin pirsgirêkên darayî çareser bikin, le ne bi vî şêweyî. Bingeha vê pirsigirêkê pêwendiyên PDK û Goranê ne. Dewsa ku PDK û Goran bi kêr û dasan bi hev rabin, divê rûnin û guftûgo bikin, dawî li pirsgirêkên xwe bînin. Jiber ku girtina Parlamentoya Kurdistanê ne tiştekî ciwan e. Hemû şandên biyanî yên tên Herêma Kurdistanê dibêjin, “ji xirabiyê xiraptir ew e, ku parlamento hatiye girtin.”

Yasaya bûdceyê ti tiştekî di destûrê de naguhere. Beriya niha bûdceya Kurdistanê ya ji Bexdayê dihat, ji sedî 53 ji bo Hewlêr û Duhokê bû, ji sedî 47 ê Silêmaniyê bû. Wê demê jî wezareta darayî bi temamî hev ne girtibû. Lê Bexdayê wê demê jî raste rast ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê danûstandin dikir, ne ku bi serbixwe ligel parêzgehan.

PÊWENDIYÊN PDK Û YNKÊ

Ev demek dirêje hûn ligel PDKê neciviyane, ev yek nabe sedem ku nêrîn û daxwaziyên herdu aliyan nakok bin û ji hev bê agah bin?

Di asta jor de hevdîtin û civînên me ligel PDKê hene. Di gelek civîn û boneyan de jî em hev dibînin. Di fêmkirin û nêrînên me yên li ser mijaran de cudahî hene. Nêrîna me ya li ser xwepêşandanan cuda ye. PDK di wê baweriyê de ye, ku eger du kes jî bicivin, li dijî wan xwepêşandanê dikin. Ma hûn çima wiha li bûyeran dinerin? Herwiha mînaka xwepêşandana mamostayan li holê ye, ev hefteyeke li defan didin û milyonek kes komkirine. Ez ji we dipirsim, çend kes bûn? Bi hemû hêzên ewlekariyê ve di xwepêşandanê de hejmara mamostayan 3 hezar kes bûn. Xelk hemû li mala xwe bû. Hinek aliyên siyasî dixwazin xwepêşandana mamostayan bikin siyasî.

Dibêjin we ligel Ebadî behsa meaşên mamostayan kiriye?

Eger Ebadî hemû meaşê mamostayan neşîne jî dê beşekî bişîne. Ebadî ji me daxwaz kir ku hejmara mamostayan bo wan bişînin. Şanda hikûmeta Herêma Herêma Kurdistanê amade bû lê li ser daxwaza Ebadî neçûne Bexdayê. Min ji kak Qubad (Talabanî) bihîst, ku Ebadî gotiye bila hatina şandê paşve bixin, çimkî niha bi mijara şerê Mûsilê ve mijûle.

Raste hûn weke polîtbûroya YNKê ji dahata petrola Herêma Kurdistanê bê agah in?

Ji şandina petrolê çiqas pere tê ser hesabê wezareta darayî, beriya ev pere bikeve ser hesab, çend jê tê birîn û ji bo kîjan armancan tê birîn, me daxwaz kiriye ku ev mijar bên eşkerekirin.

Hinek kes dibêjin, pere hene lê nadin?

Ma pere hebin kî dikare parve neke û hikûmetê bîne ber deriyê xiyanetê? Kî dikare wiha hezar gotinan bîne ser xwe? Ez ji vê bawer nakim. Ji ber ku meaş in û îro nedin, dê sube her bidin.

YNK, Komel û Yekgirtûya Îslamî we biryar da, ku cihê wezîrên Tevgera Goran danegrin. PDKê jî cihê wan bi kadroyên xwe dagirt. We çima ev yek kir?

Em hatina Tevgera Goran a nav parlamentoyê bê hêvî nebûne. Pirsgirêk jî ne ew hinde mezin in ku neyên çareserkirin. Belê, me xelet kir ku weke PDKê kursiya hinek wezaretan danegirt, bi taybet jî ya wezareta darayî ku PDKê ew ew kursî pir kir.

Tu dibêjî ji sedî 70ê desthilatê di destê PDKê de ye. Bi rastî di vê rêjeyê de ye?

Ka hûn kursiyan hesab bikin. Serokatiya herêmê, serokê hikûmetê, şêwirmendiya civata ewlekariyê, wezareta navxwe, pêşmerge, darayî, çavkaniyên xwezayî, perwerde, karûbarên olî, plandanan, şarewanî û gelek kursiyên din ên PDKê ne. Ne hevsengiyek di dema derkirina wezîrên Goran de çêbû û YNKê jî biryar da ku van valatiyan danegre.

Çareseriya vê rewşê çi ye ku bi xitimî maye?

Ev mijar bi înkarkirinê çareser nabe. Tevgera Goran ji çaran yekê dengên parlamentoyê bidest xistiye. Ez behsa wê yekê nakim ku dibêjin Goran lawaz bûye û alîgirên wî nemane. Hemû alî lawaz bûne û xwepêşandan li dijî hemû aliyan tê kirin.

Behsa çêkirina herêmekî li parêzgeha Kerkûk û Silêmaniyê tê kirin. Gelo li ser vê yekê axaftin hatine kirin?

Bi van gotinan mebesta wan YNK ye. Bi taybet niha behsa dahat û tiştên din tê kirin û ev yek mijûlkirina xelkê ye. YNK çawa dikare bi avakirina herêmêke federal Hewlêrê wenda bike. Di nava Hewlêrê de em û PDK weke hev in. Li hemû parêzgehan kursiyên me hene, li Duhokê jî. Niha çawa bi avakirina herêmekî ku ti bingehek wê nîne, destê xwe ji parêzgehên din bikêşin?

Dema Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandan dike, YNK pir kêm beşdar dibe. Hûn şîrîkê hikûmetê ne, ji bo çi xwe dûr digrin?

Ez bawer nakim ku ev xeletiya Kak Mesûd be, derdora wî wiha dikin û wisa dizanin ku xizmetê dikin. Lê ev yek xizmeta saziya Serokatiya Herêmê nake.

Ti berdêlekî we yê rêkeftina stratejîk a ligel PDKê heye?

Heta niha jî ti berdêleke me yê rêkeftina stratejîk a li gel PDKê nîne. Dibe ku hinek kes hew bidin bi daxuyaniyên xwe giringiya vê rêkeftinê kêm bikin. Lê ev rêkeftin ji bo bidawî anîna nakokiyan û şer bû. Eger ew rêkeftin nebaya me dê çi bikira? Ji ber vê yekê jî ew rêkeftin ji bo me gelek giring e û hê jî derbas dibe.

NAKOKIYÊN PDK Û TEVGERA GORAN

Li gorî nêrîna te dê sala bê hilbijartin bên kirin?

Dibe ku hilbijartin çêbibin. Ez pêwîst dibînim, ku hinek serok û berpirsên partiyan di nava hikûmetê de hebin. Di xula yekemîn a parlamentoyê de şerê navxwe û gelek tiştên nexweş jî derketin. Lê me karî em gelek tiştan çareser bikin. Jiber ku serok û berpirsên gelek partiyan di parlamentoyê de bûn.

Piştî rêkeftina 17ê Gulanê Goran ji YNKê çi hêvî dikir. Jiber çi rêkeftina we bi temamî nehate cîbicîkirin?

Di vê rêkeftinê de me biryar nedaye em bibin Tevgera Goran. Wan jî biryar nedane bibin YNK. Me jî gelek hêvî ji wan dikir. Lê ev rêkeftin destpêkek e ji bo yekgirtina Goran û YNKê. Ji bilî vê yekê, em nabin alîgirê pirsgirêkên navbera PDK û Goranê. Herwiha em nahêlin ev pirsgirêk bimînin û mezintir jî bin.

Dihat hêvîkirin, ku Goran ji hikûmetê vekişe lê xwe nekişand. Bi xwe vekişandina Goranê pirsgirêk çarese dibin?

Ti feydeyekî xwe vekişandina Tevgera Goran ji hikûmetê nîne. Me ji karkirina hevbeş zirar nedîtiye. Di rêkeftina pêkanîna hikûmetê de pirsgirêk derketine û ew jî dikarin bên çareserkirin.

PDK û Goran pirsigrêkên xwe birin asta dadgehê û şkînandina remzan. Gelo dibe ku di pêşerojekî nêzîk de Mesûd Barzanî û Newşîrwan Mistefa bicivin?

Di dema derbasbûyî de di navbera YNK û PDKê de xwîn hate rijandin. Gelek caran me sund xwar ku eger careke din em dest bidin hev em ê destê xwe jê bikin. Lê di encamê de em li hev hatin û rêketin. Ti gotinên li siyasetê de tên gotin, bi germî nayên xwarin. Divê bihêlî heta sar bibin.

PÊWENDİYÊN LI GEL CÎRANAN

Tê gotin ku di serdana dawî ya şanda YNKê ya Tahranê de gotine, ku li Erebîstana Siûdî ji Hewlêrê ve li dijî Îranê çalakiyên leşkerî amade dike. Gelo ev rast e?

Berovajî, me ji wan re got, li Hewlêrê ti saziyekî Erebîstanê nîne ku li dijî Îranê çalakiyekî plan bike.

Serdana Barzanî ya ji bo Îranê dikare van gumanan ji holê rabike?

Bi rehetî dikarim bêjim, ku rêveberiya Îranê li hêviya Kak Mesûd e. Çimkî çûna wî ya Îranê baş e. Ji ber ku piştî şerê DAIŞê me divê pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel dewletên herêmê baş bibe. Bi taybet jî ligel Îran, Tirkiye, Erebîstanê, Misirê û welatên din. Divê em li deriyê hemûyan bidin da ku kurd neyên piştguhxistin.

Pêwendiyên we yên ligel Tirkiyê çawa ne?

Pêwendiyên me hene lê rexneyên me ji rewşa navxwe ya Tirkiyê re heye. Ji bo me giring e ku pêwendiyên me li gel Tirkiyê hebin. Çimkî sînorê me bi hev re heye. Lê hebûna pirsgirêka kurd li Tirkiyê, ji bo me jî pirsgirêkekî psîkolojîk û nefsî çêdike.

Tirkiye hebûna hêzên PKKê li Şingalê rexne dike?

Şingal ne nav Tirkiyê de ye, beşek e ji navçeyên nakok. Nîvê wê ser bi Herêma Kurdistanê ye û nîvê din jî di destê hikûmeta navendî de ye. Ma me hebûna PKKê ya li Qendîlê rast çareser kiriye ku em ya li Şingalê jî çareser bikin? Ew dixwazin bi destê me serê mar bigrin. Ew dibêjin em welatekî mezin in, bila bên bixwe ligel PKKê biaxivin û bibin Tirkiyê.

Tirkiye neheqiyê li me dike û dest diavêje sînorên me. Divê em jî qebûl bikin. Ew bi berdewamî daxwaza rêzgirtina li sînoran li me dikin. Ji ber çi ew rêzê ji sînorên me re nagrin? Hê ji serdema Sadam ve li Bamernê li dijî PDK û YNKê hêzek bicîh kirine. Niha PDK û YNK serdest in, ma xwe em ne terorîst in.

Ji aliyê din ve, nabe em xwe bixin navbera Îran û Tirkiyê. Divê pêwendiyên me hevseg bin û ligel hemû aliyan baş bin. Her car Mam Celal digot; “Berî ku em temaşeyê sînoran bikin, divê em temaşeyê cografya bikin.”

Di dema serdana Ebadî ya Hewlêrê de YNK ne amade bû. Ti pêwendiyên vê yekê ligel nakokiyên nav şîeyan û nêzîkbûna we ya Malîkî hebû?

Ebadî ji Bertileyê ve hate Hewlêrê da ku firokeya xwe biguhere. Ji Kak Nêçîrvan re telefon kiribû ku dê bê Hewlêrê. Kesekî li gel wî jî gotibû, ku ji sibê ve nan nexwariye û pir pirsî ye, dixwaze li firokexaneyê xwarinê bixwe û vegere Bexdayê. Paşî Kak Nêçîr ji Kak Mesûd re gotibû û bi vî awayî li Firokexaneya Hewlêrê pêşwaziya wî kirin. Wate mijar bi civîn û hevdîtineke fermî nebû.

Di axaftinên xwe yên dawiyê de Nûrî Malîkî êrîşekî tund dike ser Herêma Kurdistanê û bi teybet ser Mesûd Barzanî. Ji bo asayîkirina pêwendiyên Malîkî û Herêma Kurdistanê hûn ti rolekî dibînin?

Me baş didît ku di serdana dawî ya Bexdayê de Kak Mesûd, Nûrî Malîkî jî bibîne. Sarbûna herdu aliyan jî wê demê çêbû ku Malîkî hate Silêmaniyê û serdana Mam Celal kir, nehate Hewlêrê. Gotinên wî jî encama vê sarbûnê ne.

Malîkî di nava siyaseta Iraqê de mirovekî bi hêz e. Eger me divê em pirsgirêkên xwe yên ligel Iraqê çareser bikin, divê em ligel Malîkî jî hevdîtinan bikin.

rudaw
Top